PeyamaKurd- Çekdarên IŞÎDê li Kerkûkê bi ser gundekî de girtin. Di encama êrîşê de herî kêm 7 sivîl hatin kuştin.
Di debarê bûyerê de çapemeniya Iraqê daxuyaniyek da û wiha got: “Erkdarên Artêşa Iraqê ragihandin ku vê sibehê endamên IŞÎDê li Kerkûkê êrîşî gundê Elbûşahîr kirine û 7 sivîlê gundî kuştine. Gundê Elbûşahîrê 12 km.yan nêzîkî Kerkûkê ye.”
Heta niha bûyer nehatiye zelalkirin û nehate eşkerekirin ku ev kesên sivîl ji ber çi hatine kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin