PeyamaKurd – Donald Trump Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê berê Michael Flynn efû kir.
Li gor zanyariyan, Flynn bo lêpirsîna ser maytekirina Rûsya ya li hilbijartinên seroktîyê yên Amerîka yên 2016an, ji FBIyê re derew kirine.
Trump li ser hesabê xwe yê twitteê da zanîn: ‘’Bo min serbilindîyek e ku ez radigihînim ku General Michael Flynn hatiye efû kirin. Ez Flynn û malbata wî ya mukemel pîroz dikim. Ez dizanim ku hûn ê niha Roja Spasdarî pir baş derbaz bikin.’’
Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî yê berê yê Serok Trump, Michael Flynn piştî hilbijartinên 2016’an demeke kin li ser kar mabû û piştî ku danûstandinên wî yên bi Rûsan re eşkere bûbû, karvekişîna xwe ragihandibû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin