Nêçîrvan Barzanî û Giorgia Melonî pêwendiyên Hewlêr û Romayê gotûbêj kirin

Nêçîrvan Barzanî û Giorgia Melonî pêwendiyên Hewlêr û Romayê gotûbêj kirin

PeyamaKurd - Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni ku ligel şanda bilind gihîşt Hewlêrê, li Serokatiya Herêma Kurdistanê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya.

Hat ragihandin ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni, di civînê de pêwendiyên Roma û Hewlêrê, şerê DAIŞê, rewşa Iraq û herêmê gotûbêj kirin.

Giorgia Meloni di çarçoveya serdana xwe ya Iraq û Kurdistanê de, îro gihîştibû Hewlêrê û ji aliyê Serokwezîr Mesûr Barzanî ve hatibû pêşwazîkirin.

Serokwezîra Îtalyayê berî serdana Hewlêrê, li Bexdayê bi Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd û Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî re civiya û serdana baregeha leşkerên Îtalyayê yên di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de li Iraqê dimînin kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin