PeyamaKurd – Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Sûriyê James Jeffrey, piştî ku îro 17ê Hezîranê Yasaya Qeyser (Sezar) a Sizakirina Rejîma Sûriyê û alîgirên wê dest pê kir, ragihand ku hejmarek kesayetên Sûriyeyî yên alîgiriya rejîmê û Îranê dikin xistine lîsteya reş a dorpêçan.
James Jeffrey ragihandiye ku wê 15 kesayetên Sûriyeyî ji aliyê Amerîkayê ve bên cezakirin ku dê bikevin lîsteya dorpêçan.
Nûnerê Amerîkayê diyar kir ku wê dorpêç û fişara Amerîkayê heta Îran û Hizbullah ji Sûriyê were derkirin berdewam bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin