PeyamaKurd - Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyê Hulusî Akar derbarê operasyona berdewam dijî bingehên PKKê yên li Başûrê Kurdistanê daxuyanî dan. Akar got ku ew dê hemû şikeft û binkeyên PKKê biruxînin.
Wezîrê Tirk li ser armanca operasyona ku navê ‘Pençe’ lê kirine û hem bejahî hem jî bi êrîşên esmanî li nav sînorên Herêma Kurdistanê berdewam dike got, “Bi temambûna vê hereketê re, armanc ew e gefa terorê ya li ser welat û herêmê bi temamî were tunekirin.”
Akar herwiha diyar kir ku artêşa tirk gelek binkeyên PKKê di vê operasyonê de ruxandine û rojên pêş ew ê agahiyên xweştir bidin raya giştî ya Tirkiyê.
Hulusî Akar li ser rewşa Idlibê ku operasyonên rejîma Sûriyê û êrîşên balafirên Rûsyayê dewam dikin jî got, ew bi hevkarên rûs re danûstandina pêwîst pêk tînin û armanc ew e ku kêlî berî kêliyê li Idlibê agirbest bê ragihandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin