PeyamaKurd – Artêşa Lîbyayê li ser îdiayên medya nêzîkî PKKê ku amaje kiribû ku li Lîbyayê Pêşmergeyên Roj hene û yek ji wan hatiye girtin, daxuyaniyek da.
Berdevkê Artêşa Netewî ya Lîbyayê Ahmed el-Mismari, li ser îdiayên medya nêzîkî PKKê, ku amaje kiribû ku li Lîbyayê Pêşmergeyên Roj hene û yek ji wan hatiye girtin daxuyaniyek da û got ew îdia ne rast e ango li Lîbyayê Pêşmergeyên Roj nehatine girtin.
Berdevkê Artêşê Ahmed el-Mismari, li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihand ku belgeya derbarê vê yekê de nerast e û sexte ye. Artêşa Lîbyayê teqez kir ku daxuyaniyeke wan a bi vî rengî tune ye û belgeyên htine belavkirin sexte ne.
Di daxuyaniyê de herwiha hatibû destnîşankirin ku ew kesê hatiye girtin ne Pêşmergeyek e.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev îdia ji aliyê medya nêzîkî PKKê ve hatibû belavkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin