PeyamaKurd - Ji ber barîna barana zêde ya ku îro Pêncşemê li Hewlêrê barîya, li hinek kolanên bajêr lehî rabû.
Li gorî zanyariyan cihên ji ber barana zêde av li wan bilind bûye cadeya Mexmûr a li baramber Pîşesaziya Bakur, cadeya Sed Metrî ya li Çaryana Nexweşxaneya Lezgîn a Rojava û li cadeya 30 metrî ya li navenda Hewlêrê ne.
Berdevkê Kêşûhewaya Herêma Kurdistanê Bijar Ekrem ji medya Kurdistanê re ragihandiye, wê pêla baranê heta çend rojên din berdewam bike û îhtimala ku careke din berf bibare jî heye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin