PeyamaKurd - Hat ragihandin ku ji ber teqîna bombeyên vedayî yên PKKê, 2 pêşmerge şehîd bûn û hejmarek pêşmerge jî birîndar bûn.
Îro 15ê Îlonê danê êvarê li geliyê Neqeba yê devera Nehlê ya li sînorê navçeya Akrê, 3 bombe teqiyan û di encama teqînê de 2 pêşmerge şehîd bûn û hejmarek pêşmerge jî birîndar bûn.
Li gorî çavkaniyan, mayînên ku PKKê li herêmê vedabûn, bi wesayîteke hêzên pêşmerge de teqiyane û di encamê de, du pêşmerge şehîd bûn û hejmarek pêşmerge jî birîndar bûne.
Beriya niha jî li nav sînorên Herêma Kurdistanê di encama teqînên bombeyên çandî yên PKKê de hejmarek Pêşmerge hatibûn şehîdkirin û birîndarkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin