PeyamaKurd – Hate ragihandin ku tê pêşbînîkirin li 15 bajarên Bakurê Kurdistanê berf û baraneke zêde bibare û hişyariya bo bûyerên wekî lehî, aşit û hezazê yên nexwestî hat kirin.
Saziya Keşnasiya Tirkiyeyê Meteorolojiyê ragihand ku li bajarên Semsûr, Dêrsîm, Diyarbekir Çewlîg, Colemêrg, Bêdlîs, Mûş, Wan, Erzirom, Qers, Sêrt, Şirnex, Riha, Mêrdîn û Xarpêtê wê berf û baran dibare.
Li gorî pêşbîniyên Meteorolojiyê wê hinek herêman bandora şiliyê heta roja înê demjimêrên şevê berdewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin