Ji bo restorekirina dibistanên Koyeyê ferman hate dayîn

Ji bo restorekirina dibistanên Koyeyê ferman hate dayîn

PeyamaKurd - Bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo restorekirina dibistanên navçeya Koyeyê 300 milyon dînar hate veqetandin.

Wezîrê Perwerdeyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Alan Hemesehîd di daxuyaniya xwe ya îro de diyar kir ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî ferman daye ku ji bo restorekirina hin dibistanên navçeya Koyeyê 300 milyon dînar pere bê dabînkirin.

Wezîr Hemeseîd anî ziman ku xebatên nûkirina dibistanan wê vê hefteyê dest pê bikin.

Di heyama kabîneya hikûmetê ya 9emîn a Herêma Kurdistanê de, ji bo rakirina sîstema vardiyaya dudanî û sêdanî ya li dibistan û navendên xwendinê, gelek dersxane û dibistanên nû hatin avakirin û gelek dibistan jî di qonaxa qedandinê de ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin