PeyamaKurd – Hat diyarkirin ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hêzên Amerîkî yên li Rojava operasyoneke hevbeş li Dêrazorê pêk anîne.
Li gorî zanyariyan HSD û hêzên Amerîkî bi operasyoneke hevbeş leşker daxistine bajarê Dêrazorê.
Hat zanîn ku operasyona navborî li gundê El Keser ê bakurê rojhilatê Dêrazorê hatiye encamdan û hejmarek kesên girêdana wan bi DAIŞê re hene hatine binçavkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, ji ber zêdebûna çalakiyên DAIŞê û sûîqestan hêzên Amerîkî di van rojên dawî de operasyonên xwe yên leşkerî yên ligel HSDê zêde kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin