PeyamaKurd - Qeymeqamê rewa yê Şingalê Mehma Xelîl hişyariyeke tund bo hewldana Wezareta Koç û Koçberên Iraqê da ku dixwazin paşmayiyên terorîstên DAIŞê ji Kampa Holê ya bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê veguhêzin Şingalê.
Li gorî nûçeya BasNewsê qeymeqamê Şingalê Mehma Xelîl li ser vê hewldanê got, wezareta koç û koçberên Iraqê dixwaze malbat, zarok û kesûkarên çekdarên DAIŞê ji Kampa Holê veguhêze Kampa Emel a li rojavayê parêzgeha Nînowayê ku dikeve sînorê Şingalê.
Xelîl diyar kir biryar xelet e û ew bi hemû awayan li dijî radiwestin û wiha axivî:
“Ti kesek bi hikûmetê ve jî nikare, malbat û paşmayên çekdarên DAIŞê li navçeyê bicîh bike. Ev yek metirsî ye. Ji ber wê me daxwaz kir, hikûmeta Iraqê wê hewldanê rawestîne.”
Fermandarê Pêşmerge li Zumarê Qadir Şêx Memî jî li ser mijarê gotiye, kampeke mezin heye li gundekî ser bi Zumarê, niha jî biryarek heye ku 31 hezar paşmayên DAIŞê ji wê kampê re bên şandin.
Şêx Memî daye zanîn ku ev kar bi razîbûna PKKê û Heşdî Şeibî ve pêk tê û got: “Ev kar wisa dike ku navçe bikeve metirsiyê. Ji ber DAIŞ li vê navçeyê tevgera wê bihêz e. Pêwîstî bi hêzeke mezin heye û şiyana zêde heye ku kamp di bin desthilata hêzên ewlehiyê de bimîne.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin