PeyamaKurd – Endamê Rêveberiya KCK/PKKê Cemîl Bayik derbarê çalakiya dayikên li ber avahiya HDPya Diyarbekirê de, diyar kir ku “Erdogan-Bahçelî, MÎT û Emniyetê hinek malbat birêxistin kirine û anîne ber HDPê danîne” û bang li malbatan kir, 'derdekî wan hebe bila werin ji PKKê û gerîla re bêjin.'
Bayik ji medya nêzîkî PKKê re li ser mijarê ragihand, "Çi eleqa HDPê bi PKKê re heye? Ti eleqa wê nîne. Şervanên PKKê bi dilxwazî, ji bo welatê xwe, rûmetê, şerefê û namûsê û ji bo azadiyê beşdar dibin. Heke derdekî wan hebe bila werin ji PKKê û gerîla re derdê xwe bêjin.”
Bayik di berdewamê de jî got, “Ji bo neheqîya li dijî Kurdan tê kirin binixûmînin, berxwedana li dijî wan tê kirin asteng bikin û ji bo navbera hêzên demokratîk ên tirk û kurd berdin hevdu û qirkirina Kurdan dewam bikin şerekî taybet ê psîkolojîk tê meşandin. Divê ew malbat xizmeta qirkirina kurdan nekin, xwe neherimînin û rûmet û xirûra xwe nexin bin piyan.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin