PeyamaKurd – Hejmarek melayên Kurd, ji bo piştgiriya xwe jê nîşan bidin, li navçeya Pasûrê ya Diyarbekirê, serdana mizgefta melayê ku ji ber Xûtbeya Dîyanetê rastî bertek û lêdana Qeymeqamê Pasûrê û qeyûmê şaredariyê, Burak Akeller hatibû kirin.
Melayên Kurd diyar kirin ku qeymeqam û walîyên bi mêjiyê leşkerî tevdigerin, piştevaniyê didin qeymeqamê Pasûrê yê zorî li melayê Kurd kiriye û ew jî ji bo piştgiriya wî çûne serdanê.
Li aliyê din rêveberên sendîkayên Memur-Sen û Diyanet-Sen ên şaxên Diyarbekirê jî serdana mela M.K li Pasûrê kirin û piştevaniya xwe bo wî nîşandan.
Hêjayî gotinê ye, Qeymeqamê Pasûrê hefteya borî de xwendina xutbeyê bertek nîşanî melayê mizgeftê dabû û piştre jî li odeya wî ew derb kiribû. Mela jî doz li qeymeqam vekiribû û mijar di raya giştî de cihekî berfireh girtibû. Qeymeqam wekî hinceta berteka xwe jî nexwendina beşa xutbeyê ya li ser leşkerên Tirk ên di şerê PKKê de hatibûn kuştin nîşan dabû.
Li aliyê din Wezareta Navxwe ya Tirkiyê û gelek sazî û walîyên bajarên din ên Tirkiyê jî piştgiriyê didin qeymeqamê ku li melayê Kurd xistiye.
Ji aliyê raya giştî ya Kurd ve jî rexne li HUDAPARê têne kirin ku çima wek partiyeke îslamî û Kurd xwedî li melayê Kurd derneketiye û ti bertek ji wê helwesta qeymeqamê Pasûrê re nîşan nedaye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin