Ji Nêçîrvan Barzanî serxwesî li malbata Aram Baletayî kir

Ji Nêçîrvan Barzanî serxwesî li malbata Aram Baletayî kir

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi rêya pêwendiyeke telefonî ya ligel Zana Ezîz ji malbata xwedê Aram Baleteyî Endamê Encûmena Nûnerên Iraqê û Peyvdarê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê li Parlamentoya Iraqê, serxweşî li malbatê kir û hevxemiya xwe anî ziman.

Serokê Herêma Kurdistanê xema ji destdana xwedê jêrazî Aram Baleteyî bi xema xwe zanî û hêvî xwest xwedayê mezin giyanê wî bi himbêz û dilovaniya xwe û şad bike û hedar û aramiyê bi xêzan û kesukar û hevrê û hevkarên wî û hemûyan bibexşe.

Zana Ezîz ji bo hevxemiya Nêçîrvan Barzanî û piştgîrî û çavdêriya dema nexweşketinê spasî û pêzanînên xwe û malbata xwe jê re derbirî.

Berdevkê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê Aram Nacî Baleteyî ji ber vîrûsa Koronayê, îro li nexweşxaneyeke Duhokê koça dawî kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin