PeyamaKurd - Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) maweya piştevanî û hevkariya leşkerî bo Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo 2 salên din dirêj kir.
Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl îro yekşemê pêşwazî li Konsûlê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê, Steven Faigen kir.
Di hevdîtinê de Steven Faigen biryara Pentagonê ya bo berdewamiya hevkariyê ligel Iraqê û hêza Pêşmerge eşkere kir.

Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl jî behsa hevkariya di navbera hêza Pêşmerge û hêzên hevpyemaniya navdewletî û bi taybet hemahengiya hêzên Amerîkî û Pêşmerge ya di şerê terorîstên dijî DAIŞê de kir.
Îsmaîl bal kişand ser ku ew wê biryara Pentagonê erenî dibînin û pêşwaziyê lê dikin ku biryara Amerîkayê ji bo parastin û seqamgiriya herêmê jî gaveke erênî ye û da zanîn, wê hevkariya wan ligel hêzên Amerîkî berdewam bike bo şerê terorîstan.
Steven Faigen jî da zanîn ku wê alîkarî û piştevaniya Amerîkayê ligel Herêma Kurdistanê berdewam bike û ew ligel wê yekê bihêztirbûna peywendiyên herdu aliyan in û wê berdewam bin li ser alîkarî û piştevanîkirina Herêma Kuridstanê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin