PeyamaKurd - Serokwezîr Mesrûr Barzanî, îro 15ê Gulanê pêşwazî li Balyozê Vatîkanê li Iraqê Mitja Lescovar kir.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, Balyozê Vatîkanê di hevdîtinê de spasiya aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku ji bo serxistina erkê wî, hêsankarî, hevkarî û hevahengî bi Balyozxaneyê re kirine.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Balyozê Vatîkanê rola Hikûmeta Herêma Kurdistanê di parastin û berevanîkirina mafên hemû pêkhateyan, bi taybetî Xiristiyanan li Herêmê bilind nirxand.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser pêşxistina çanda pêkvejiyana aştiyane ya pêkhateyan kir û tekezî li ser pêbendbûna Herêma Kurdistanê bo parastina mafên pêkhateyan kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya hewlên Balyozê Vatîkanê ji bo bihêzkirina pêwendiyên dualî kir û hêviya serkeftinê di erkê wî yê pêşerojê de, jê re xwest.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin