PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Tirkiyê (MSB) derbarê ketina helîkoptereke wan a leşkerî li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê daxuyanîyek belav kir.
MSBê di daxuyaniya xwe de ragihand ku helîkoptera cûraye Cougar a ji Çewlikê rabûye li demjimêr 13:55an pêwendî jê qut bûye û piştî lêgerînan hatiya tespîtkirin ku ew bi qezayê ketiye.
Wezaretê da xuyakirin ku di encama ketina helîkopterê de 9 leşker mirine û 4 jî birîndar bûne.
Li gorî zanyariyên medya tirk fermandarê payebilind ê Lîwaya 8 a Xarpêtê Korgeneral Osman Erbaş jî di helîkoptera ketî de can daye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin