Ji Wezareta Navxwe ya Tirkiyê daxuyanîya operasyona Licê

Ji Wezareta Navxwe ya Tirkiyê daxuyanîya operasyona Licê

PeyamaKurd – Li gorî zanyariyan artêşa Tirkiyê li gundewarên sêgoşeya navçeyên Diyarbekir, Lîcê, Pasûr û Dara Hênê li dijî PKKê ji pêr ve operasyonek daye destpêkirin ku hêzên teqwiye dişîne wê herêmê.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê îro Çarşemê derbarê operasyonên berdewam de da xuyakirin ku PKKîyek hatiye kuştin û kesekî 1 milyon TL xelat danîne ser jî hatiye girtin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, li herêma operasyonê ya Licê kesek hatiye kuştin û PKKîyekî 1 milyon TL xelat danîbûn ser ê bi nasnavê Heba Rodî jî bi saxî hatiye desteserkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin