PeyamaKurd – Berdevkê Komîsyona Bilind ya Serbixwe yê Iraqê Cumana Galayi, jimara hilbijêrên ku dê karibin dengên xwe bidin hilbijartina parlementoya Kurdistanê diyar kir.
Galayi ragihand ku li Herêma Kurdistanê li dora 3,8 milyon hilbijêr hene lê ji bo hilbijartina parlementoyê ya cara 6em 2 milyon û 901 hezar qeydiya xwe kirine.
Galayi got ku ji vê jimarê 2 milyon û 672 hezar kes ji bo hilbijartina giştî, 239 hezar ji bo hilbijartina taybet dikarin dengên xwe bidin û tevlîbûna hilbijêrên bajaran jî weha ragihand:
“Li Erbîlê 1 milyon 16 hezar û 357 hilbijêr hene û ji wan 928 hezar û 823 kes di hilbijartina giştî de û 82 hezar û 525 kes di hilbijartina taybet de dikarin rayên xwe bidin.
Li Silêmaniyê jimara hilbijêran 1 milyon 146 hezar û 530 kesin, di hilbijartina giştî de 1 milyon 3 hezar û 772 kes dikarin dengan bidin û di hilbijartina taybet de 74 hezar 915 hilbijêr dikarin dengan bidin.
Li bajarê Duhokê 738 hezar û 193 hilbijêr hene. Ji wan 680 hezar û 443 kes dikarin di hilbijartina giştî de dengan bidin û 55 hezar û 100 hilbijêr dengdêrên taybetin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin