Jina Kurd Amîna Hussein hêjayî Xelata ANIMA 2021 hat dîtin

Dîroka weşanê :
Jina Kurd Amîna Hussein hêjayî Xelata ANIMA 2021 hat dîtin

PeyamaKurd – Li bajarê Mollerrussa ya Katalonyayê, jina Kurd Amîna Hussein a ji Rojavayê Kurdistanê, hêjayî Xelata ANIMA 2021 hat dîtin û xelata we diyarî şehîdên her çar parçeyên Kurdistanê kir.

Werger û Rojnamevana Kurd Amîna Hussein a ji Rojavayê Kurdistanê, ji bo parastina mafên jinan û serweriya Kurdan Xelata ANIMA 2021 wergirt.

Amîna di derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê Twitterê da zanîn: “Min Xelata Ànima 2021 wergirt ji bo parastina mafên jinan û serweriya Kurdan ji destê Wezîra Karên Derve ya Katalonya Victoria Alsina, Şaredar Marc solsona, Miquel ji CIS Angel Olaran li bajarê Mollerussa. Ev xelat ji bo jinên Kurdên Rojava û şehîdên Kurdistanê ye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin