PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden, biryara qedexekirina sepanên Çînî TikTok û WeChatê ku di serdema serokê berê Donald Trump de hatibû wergirtin, betal kir.
Trump bi hinceta ewlehiya netewî û parastina zanyariyên welatiyên amerîkî biryara qedexekirinê dabû.
Serokê Amerîka Joe Biden ew biryara Trump bi biryarnameyeke nû betal kir û ferman da Wezareta Bazirganiyê da lêkolîn bike, bê TikTok û WeChat li ser ewlehîya netewî ya Amerîkayê gef in yan na.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin