Joseph Votel: Ji ber Amerîka ji Iraqê vekisî DAIS li Iraqê ava bû

Dîroka weşanê :
Joseph Votel: Ji ber Amerîka ji Iraqê vekisî DAIS li Iraqê ava bû

PeyamaKurd – Generalê Amerîkayê Joseph Votel diyar kir, ji ber Amerîka ji Iraqê vekişî, rêxistina terorîst a DAIŞê li Iraqê ava bû.

General Joseph Votel ku fermandarê berê yê fermandariya navendî ya artêşa Amerîkayê li Rojhilata Navîn bû da zanîn: ‘‘Çareseriya pirsgirêkan û jinavbirina DAIŞê, tenê bi rêya leşkerî ve nabe. Pêwîst e bi rêya dîplomasî û çareseriya siyasî jî bê kirin.’’

Herwiha General Joseph Votel sedema dagirkirina Mûsilê ya ji aliyê DAIŞê û şikestina artêşa Iraqê jî, xist stûyê serokwezîrê wê demê yê Iraqê Nûrî Malikî û destnîşan kir: ‘‘Wî artêşa Iraqê kir artêşeke siyasî.’’

Fermandarê Amerîkayê eşkere kir, vekişandina beşek piraniya hêzên Amerîka ji Iraqê, yek ji sedemên serîrakirina DAIŞê bû li wî welatî.

Roja 18.12.2011ê Amerîka û Hikûmeta wê deme ya Iraqê, di serokatiya Nûrî Malikî de, li ser vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê gihîştin rêkeftinê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin