Wezareta Derve ya Iraqê li Hewlêrê ofîsek vekir

Wezareta Derve ya Iraqê li Hewlêrê ofîsek vekir

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Iraqê îro ofîseke xwe li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê vekir.

Îro Sêşemê (11.02.2020) danê sibehê bi amadebûna berpirsên hikûmeta Kurdistanê û hikûmeta Iraqê, ofîsa Wezareta Derve ya Iraqê li Hewlêrê hat vekirin.

Serokê fermangeha pêwendiyên derve ya Kurdistanê, Sefîn Dizeyî di merasima vekirina wê ofîsê de got, vekirina vê ofîsê hêsankarî ye bo welatiyan û dê bi hikûmeta Kurdistanê re jî di nav hemahengiyeka temam de be.

Sefîn Dizeyî her wiha got, em hêvîdar in vekirina vê ofîsa Wezareta Derve ya Iraqê piştevaniyek be bo danûstandinên Hewlêr û Bexdayê. Em wek hikûmet piştevaniya vê yekê dikin.

Demeke berê li Silêmaniyê jî ofîseke Wezareta Derve ya Iraqê hatibû vekirin. Bi vî rengî, xelkê Herêma Kurdistanê êdî neçar nabin bo karûbarên xwe biçin Bexdayê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin