Kesayê Amerîkî bi demançeya zarokan ava pîroz dipejiqîne!

Kesayê Amerîkî bi demançeya zarokan ava pîroz dipejiqîne!

PeyamaKurd – Li bajarê Detroit ê Amerîkayê keşayekî dêra katolîk bi sedema coronavîrusê ava pîroz demançeyeke zarokan pejiqand ser bawermendan.

Dîmena keşayê Amerîkî li ser medya civakî gelekî belav bûye ku gelek şîrove li ser hatine kirin.

Li gorî zanyariyan ew dîmena dema cejna paskalyayê ye û nû li ser medya civakî hatiye belavkirin.

Di dîmenê de xuya dibe ku Keşayê Dêra St Ambrose Timothy Pelc, bi demançeya zarokan ava pîroz dipejiqîne ser kesên di wesayîteke li ber dêrê sekirinî ye.

Li ser wî wêneyê gelek henek û laqirdî hatine kirin ku hinekan li ser medya civakî gotiy, “Di nav agirê cehnemê de avê dipejiqîne ser zebaniyan!”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin