PeyamaKurd - Rojnameya El Erebî Cedîd ji ser zarê berpirsekî Iraqê belav kiriye ku Komara Îslamî ya Îranê bi 2 rêyên bejayî ji ser Rojhilatê Kurdistanê digihên Herêma Kurdistanê û ji wir jî digihên nava xaka Sûriyê. Herwiha rêyek 450 û rêyek jî 600 kîlometre ye.
Çavkaniya Iraqî belav kiriye ku ew rê ji Rojhilatê Kurdistanê dest pê dikin û ji ser Başûrê Kurdistanê digihên sînorê parêzgeha Dêrazorê li başûrê rojhilatê Sûriyê.
Li gor zanyariyên El Erebî Cedîd belav kiriye rêya yekem wiha ye û 600 kîlometre ye. Li bajarê Qesrî Şîrîn yê Kirmaşanê li Rojhilatê Kurdistanê dest pê dike û ji Deriyê Sînorê yê Munzerîye li sînorê Xaneqînê li Başûrê Kurdistanê digihê Ebuxurêb û Felluce heta sînorê Rûmadî û ji wê jî digihê bajarê Qaîmê Sûriyê.
Rêya duyem jî 450 kîlometre ye û wiha ye: “ Ji deriye sînorê yê Munzerîye li sînorê Xaneqînê dest pê dike heta bajarê Kelarê digihê ser Kifrî û Xurmatû digihê Çiyayê Hemrînê ji ser parêzgeha Nînowa digihê ser bajarê Dêrazor ê Sûriyê.
Ligor wan zanyariyên rojnameya El Erebî Cedîdê ew rêyên hatine behskirin piştî xiyaneta 16ê Cotmehê ketine destê milîsên Heşdî Şabî û Artêşa Iraqê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin