Siûdiyê mosekeke din a Hûsiyan îmha kir

Siûdiyê mosekeke din a Hûsiyan îmha kir

PeyamaKurd -  Hûsiyên bi piştgiriya Îranê careke din moşekeke balîstîk firandin Siûdiyê û berî ku bigihê hedefa xwe hat îmhakirin.

Li gor ajansa resmî ya Erebistana Siûdiyê SPAyê, Hûsiyên bi piştgiriya Îranê şer dikin careke din moşekeke balîstîk avêtin Necrana li hidûdê Yemenê û berî ku êriş bigihê encamê ji aliyê sîstema parastina esmanî ve hat îmhakirin.

Berdevkê koalîsyona di pêşengiya Erebistana Siûdiyê de Serheng Turkî El Malîkî, diyar kir ku ev helwesta dijminane ya Hûsiyên di piştgiriya Îranê li dijî biryara Neteweyên Yekbûyî ya bi jimareya 2216 û 2231ê ye û nayê qebûlkirin.

El Malîkî got Hûsî ewlehiya Siûdiyê tehdîd dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin