Karwanekî leskerî yê Amerîkayê derbasî Rojavayê Kurdistanê bû

Dîroka weşanê :
Karwanekî leskerî yê Amerîkayê derbasî Rojavayê Kurdistanê bû

Karwanekî leşkerî yê Amerîkayê ji Herêma Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bû.

Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê, duh bi riya bejahî û asmanî karwanên leşkerî şandin Rojavayê Kurdistanê.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), karwanekî leşkerî yê ku ji 60 barhilgirên çek û tank hilgirtî pêk tê ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bû.

Hat ragihandin ku 20 barhilgir ji wî karwanî çûne baregeha Qesrikê û 40 heb jî çûne baregeha Xirab Cîr a li Rimêlana Rojavayê Kurdistanê.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin