PeyamaKurd- Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin, piştî hilbijartina Serokomariya Tirkiyeyê ma gera duyem, di derbarê geşedanan de agahî dan.
Îbrahîm Kalin li ser pirsa, “Gelo dê bi namzetê Tifaqa Atayê Sînan Ogan re hevdîtin bê kirin?” got ku
"Ez bawer nakim ferqa dengan bê girtin. Dema hûn li kevneşopiya siyasî ya ku Sînan Bey jê hatiye dinihêrin, ez dizanim ku ev helwest zêdetir nêzî Tifaqa Cûmhûrê ye.”
Kalin di dewama daxuyaniya xwe de li ser helwesta opozîsyonê axivî û got, “Li şûna ku hûn li ser ekranan biqîrin, heger hêza we hebe, hûn hewil bidin ku dengdêran razî bikin. Siyasetmedar, rojnamevanên ku berdevkên Tifaqa Milet bûn û yên ku wê şevê xwedî helwesteke wiha bûn, xwe di qada civakî de kirin rewşeke pêkenok. Gera duyemîn dê ji me re hêsantir be. Ez bawer nakim ku ferqa dengan kêm bibe. Helbet cihên ku tifaqên Milet û Cûmhûrê îtîrazên xwe dikin, li holê ne. Lê cudahiya wê ewqas mezin e ku rewabûna wê nayê pirsîn. Di navberê de nêzîkî 5 puanan ferq heye. Xwezî wan helwestên wiha negirtana.”
"Li holê, dînamîkeke nû heye"
Berdevk Îbrahîm Kalin, di berdewamiya axaftina xwe de got ku "Dengên Sînan Bey girtine, bi qîmet in. Ji % 5,2 dengdêrên me dane Sînan Ogan. Di vê navberê de dînamîkek nû derdikeve holê. Dema mirov li kevneşopiya siyasî ya Sînan Bey dinihêre, ez dizanim ku bi Helwesta xwe zêdetir nêzîkî Tifaqa Cûmhûrê ye.
Nasîna min û wî ya takekesî jî heye. Kampanyayeke xweş meşand. Tezên xwe hanîn zimên. Tezên wekî têkoşîna li dijî terorê û penaberan. Ji aliyê bihevrebûna dewletê ve me helwesta wî ya zelal a li dijî komên terorê dît.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin