PeyamaKurd – Serokomarê Fînlandiyayê Sauli Niinisto piştî ku pêşnûmeya erêkirina protokola endamtiya Fînlandiyayê ya NATOyê li Lijneya Giştî ya Meclisa Tirkiyeyê hat qebûlkirin, got, "Fînlandiya wê bibe hevalbendeke xurt û jêhatî, ji bo ewlekariya NATOyê dilsoz e."
Sauli Niinisto di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de diyar kir, 30 endamên NATOyê endamtiya Fînlandiyayê pejirand.
Niinisto spasî li hemû welatên ku erê kirine û bawerî û piştgirî dane kir û got, "Fînlandiya wê bibe hevalbendek bihêz û jêhatî, bi ewlekariya NATOyê ve girêdayî ye. Fînlandiya niha amade ye ku beşdarî NATOyê bibe. Em li bendê ne ku Swêd di zûtirîn demê de tevlî me bibe."
Serokwezîra Fînlandiyayê Sanna Marîn li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ji ber piştgiriyê spasiya hemû welatan kir û wiha got, "Em wek hevpeyman em ê ewlehiya hev biparêzin. Em ê hev biparêzin. Fînlandiya ji niha û şûnde li cem Swêdê ye û piştgiriyê dide serlêdana wê."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin