PeyamaKurd – Li navçeya Çinar a bajarê Diyarbekirê, li gundê Xanîkajêr di navbera du malbatên xizmên hev de li ser nakokiya eraziyan şer û pevçûn çêbû.
Li gorî zanyariyan di navbera herdu malbatan de pêşî nîqaşa devkî çêbûye û piştre pevçûna veguheriye şer û çek li hember hevdu teqandine.
Hat ragihandin ku di encama de 4 kesan can daye û 6 kesên din jî birîndar bûne.
Birîndar bo nexweşxaneya Dewletê ya Çinarê hatine veguhestin û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirni.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin