PeyamaKurd - Piştî ku encamên hilbijartinên Şaredariya Mezin a Stenbolê yên nefermî eşkere bûn û serkeftina namzedê CHPê Ekrem Îmamoglu piştrast bû, Îmamoglu gotareke spasiyê pêşkeş kir.
Li gorî amarên nefermî şaredarê hilbijartî yê Stenbolê Ekrem Îmamoglu di gotara xwe de, hilbijêrên Kurd û HDPê û hemû partiyên siyasî û komên etnîkî yên li Stenbolê dijîn bi bîr xistin û got ku ew spasiya hemûyan dike û dê bê cudahî xizmetê ji wan re bike.
Îmamoglu bal kişand ser ku ew dê Stenbolê tenê bi serê xwe birêve nebe û bi pêkhateyan re birêve bibe.
Îmamoglu destnîşan kir ku demokrasî bi ser ketiye û diyar kir, "Gelê Stenbolê, hesabê neheqiyê ji komek mirovan re birîye."
Îmamoglu herwiha bang li Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî kir û got ku ew dixwaze digel wî kar bike û xwest piştî hat ser kar ligel wî bicive.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin