PeyamaKurd- Li gorî îdiaya yek ji rojnamevanên nêzîkî desthilatê ya medyaya Tirkiyeyê, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan, dê di meha adarê de roja hilbijartinê eşkere bike.
Îdia, ji aliyê rojnamevan Hande Firat ku bi nêzîkbûna xwe ya bi hikûmetê tê naskirin, hat kirin. Li gorî Firat, Erdogan dê di meha adarê de biryara xwe ragihîne.
Firat di gotara xwe ya li ser agahiyên paşperdeyê de diyar kir ku rojên hilbijartinê; li ser proseya Hecê, azmûna zanîngehê, girtina dibistanan û demên betlaneyê û çûna herêmên çandiniyê tê hesibandin.
Hande Firat, di dewam gotara xwe de wiha got:
"Dîrokên ku derkevin pêş, 30ê Nîsanê/7ê Gulanê/14ê Gulanê ne. Her çend di paşperdeyê de qala dîroka 14ê Gulanê tê kirin jî faktoreke din a girîng ew e ku dê proseya kampanyayê ya di meha Remezanê de bi zêdahî û kêmasiyên xwe çi bin…
Di dawiyê de yê ku hemû bandoran binirxîne û gotina dawî bibêje, Serokomar Erdogan e, ew ê di nav meha adarê de bi biryara serokomariyê, dîroka hilbijartinan ragihîne.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin