PeyamaKurd – Serokê Giştî yê Partiya Millet Muharrem Înce jî got, “Di 14ê Gulanê de em ê du kesên ku di tûra duyemîn de têdikoşin hilbijêrin.
Ger ev birayê we di tûra duyemîn de bimîne ez ji sedî 65 serokomar im. Ger Erdogan û Kiliçdaroglu di tûra duyemîn de bimînin, ez ditirsim ku Erdogan di hilbijartinê de bi ser bikeve."
Li gor qeydên polîsan, 2 hezar kes beşdarî mitînga Înce ya do li Qada Demokrasiyê ya Boluyê li dar xisti bûn.
Înce diyar kir, li Tirkiyeyê pirsgirêka desthilat û muxalefetê heye û wiha got: "Jixwe destpê kirine. Ger wenda bikin Muharrem Înce berpirsyar e... Pirsgirêka desthilatdariyê ya Tirkiyeyê heye. Divê ev hikûmet biçe, lê pirsgirêka Tirkiyeyê ya muxalefetê jî heye. Ev hikûmet bêyî ku ev muxalefet neçe, naçe. Îro di lîsteya CHPê de kesên ku li min hêrs bûne û ji min re dibêjin xayîn hene. Li neynikê binêre tu yê xayinan bibînî."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin