PeyamaKurd – Parlementera HDPê ya Colemêrgê Leyla Guven piştî salekê li palemanê sond dixwe û bi fermî dibe palementer.
Hevseroka Kongreya Civakê Demokratîk (KCD) û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven îro çarşemê (10.07.2019) li palemanê sond dixwe û bi fermî dibe palementer.
Parlamentara Colemêrgê ya HDPê û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku di 8ê Mijdara 2018an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ji bo balê bikşîne ser tecrîda Serokê PKKê Abdullah Ocalan, yekem kes bu ku dest bi greva birçîbûnê kiribû. Guven 26ê Gulanê di roja 200emîn a grevê de piştî ku hevdîtin bi Ocalan re hat kirin dawî li girêva xwe anîbû û ew rakiribûn nexweşxaneyê û li nexweşxaneyê bo demekê hatibû dermankirin.
Parlementer Guven piştî ku îro li Parlemana Tirkiyê sonda yasayî xwar, ew dê bikaribe beşdarî karûbarên yasayî bibe û bi fermî wekî parlementer kar bike û herweha ew dê bikaribe di komîsyonan parlemanê de bixebite.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin