PeyamaKurd- Cîgirê Serokê Konseya Ewlekariyê ya Rusyayê Dmitriy Medvedev, bi gotinên tund îdia kir ku welatên ku ji Amerîkayê aciz in, dikarin li dijî NATOyê hevpeymaniyeke leşkerî ya nû ava bikin.
Dmitriy Medvedev, encamên civîna ku tê de wezîrên berevaniyê yên zêdetirî 50 welatan li baregeha asîmanî ya Ramstein a Almanyayê ji Ukraynayê re şandina çekan, bi taybetî tanqan, gotûbêj kirin, nirxand.
Medvedev, li ser hesabê xwe yê Telegramê daxuyanî da û wiha got: "Hevdîtina Ramstein û şandina çekên giran ji bo Kievê, tu şik û gumanê nahêle ku dijminên me dê hewil bidin me biwestînin, an jî ji bo demeke dirêj me tune bikin. Heger hewce bike, dest bi çêkirina çekên nû dikin. Ji ber vê yekê ne hewce ye ku mirov bikeve nav xeyalan.”
Medvedev, encamên xwe yên ji rewşa heyî di nûçeya Sputnikê de nirxand û got, "Ya yekemîn, ew ê pir dijwar be. Ya duyemîn jî di rewşa pevçûnek demdirêj de, rojek dê welatên ku ji Amerîkîyan bêzar bûne, tifaqeke leşkerî ya nû ava bikin. Ev her tim di şerên dirêj ên dîroka mirovahiyê de pêk hatiye."
Dmitriy Medvedev diyar kir ku piştî ku hevpeymaniya nû ya muhtemel pêk were, Amerîka dê di dawiyê de Ewropaya kevn û bermahiyên Ukrayniyên bêbext bihavêje aliyekê da ku cîhan careke din bikeve nav hevsengiyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin