PeyamaKurd – Di navbera Îran, Hindistan û Ermenistanê de, ji bo avakirina hevkariya siyasî ya hevbeş, gera yekem a danûstandinan dest pê kir ku Îran hewl dide bi girêdana rêhesin û rêyên bejahî xwe bi ser Ermenistanê de bigihîne Hindistanê.
Li gorî medya fermî ya Îranê IRNAyê, rayedarên wezaretên derve yên Îran, Hindistan û Ermenistanê, bi mebesta destpêkirina hevkariya siyasî û bazirganî ya hevbeş roja Pêncşemê li paytexta Ermenistan Êrîvanê civiyan.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Îranê, di hevdîtina gera yekem a avakirina hevkariya siyasî de mijarên aborî, herêmê, çandî û hevkariya di warên cuda de hatiye gotûbêjkirin.
Herwiha hat gotin, aliyan li ser lihev kir ku van danûstandinan berdewam bikin û mijara sereke ya hevdîtina li Êrîvanê jî girêdana rêya bejahî û hesînî ya Îran-Hindistanê bi ser Ermenistanê de bûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin