Ûkraynayê biryar da bi SÎHAyên Tirkî tetbîqatê bike

Ûkraynayê biryar da bi SÎHAyên Tirkî tetbîqatê bike

PeyamaKurd – Li demeke ku krîza navbera Ûkrayna-Rûsyayê ya li ser herêma Donbasê berdewam dike de, Ûkraynayê biryar da, bi balafirên bi çek ên bêpîlot yên Tirkî (SÎHA) tetbîqatê bike.

Hat ragihandin ku wê Ûkrayna di navbera rojên 10 û 20ê Sibatê de bi balafirên Bayraktar SÎHA yên Tirkî, tetbîqatê bike ku Tirkiyê sala 2019an SÎHA firotibûn Ûkraynayê û li ser vê jî Rûsya û Fransayê bertek nîşan dabûn.

Li gorî zanyariyên medya herêmî ya Ûkraynayê, Wezîrê Berevaniya Ûkraynayê gotiye, wê di tetbîqata SÎHAyan de moşekên tanksavar û Javelin NLAw jî werin bikaranîn.

Li gorî nûçeya Euronewsê hejmara SÎHAyên Tirkiyê firotine Ûkraynayê ji hejmara ku tê zanîn zêdetir e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin