Amerîka: Qasim Silêmanî jî weke Ebûbekir Bexdadî terorîst e!

Amerîka: Qasim Silêmanî jî weke Ebûbekir Bexdadî terorîst e!

PeyamaKurd – Piştî ku Amerîkayê Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê weke ‘rêxistineke terorî’ qebûl kir, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo diyar kir ku Fermandarê Hêza Qudsê ya Îranê Qasim  Silêmanî jî dê weke Serokê rêxistina terorî ya DAIŞê Ebûbekir Bexdadî were qebûlkirin.

Wezîrê amerîkî Mike Pompeo derbarê mijarê da daxuyaniyek da û got xwina amerikiyan bi destê Qasim Silêmanî ve ye, “Ew terorîstek e. Xwîna amerîkîyan bi destê wî ve ye.”

Qasim Silêmaniyê ku weke qesaba Rojhilata Navîn tê naskirin, fermandariya hêza Heşda Şeibiyê ye ku êriş bi ser Kerkûkê û hinek herêmên Kurdistanê kiribû.

Herweha di pêkanîna gelek komkujiyên li dijî suniyan jî navê Silêmanî derbas dibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin