Bûlgarya û Romanya bi sînordarî besdarî qada Schengenê bûn

Bûlgarya û Romanya bi sînordarî besdarî qada Schengenê bûn

PeyamaKurd - Bulgarya û Romanya piştî 13 salên bendemayînê bi fermî tevlî qada Schengenê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) bûn.

Seroka Komisyona YE Ursula von der Leyen di daxuyaniya xwe ya li ser Xê de ragihand ku Bulgarya û Romanya tevlî Schengenê bûne û ji îro pê ve, bo her du welatan kontrola sînorên hewayî û deryayî hatiye rakirin.

Von der Leyen diyar kir ku beşdarbûna Bûlgarya û Romanya wê li seranserê Ewropayê, sûdê li milyonan welatiyên YE bike û wê herêma Schengenê bihêztir bike.

Her du welat wê çi sûdê ji Schengenê werbigirin

Ji bo her du welatan beşdariya herêma Schengenê wê ji bo welatiyên wan, bêyî çavdêrîkirinê azadiya rêwîtiya hewayî û deryayî  bîne, lê belê sînorê bejayî wê di vê gavê de cûda be û girtî be.

Ji ber tirsa hatina penaberan vetokirina Avusturyayê, ji bo welatiyên her du welatan azadiya rêwîtiya bejayî nehatiye dayîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin