PeyamaKurd – Barana ku ev du roj in li Bedlîsê bi bandor e, li ser rêya Bedlîs-Baykanê bû sedema hezazê.
Di derbarê mijarê de Midûriyeta Rewşa Afatê ya Lezgîn a Bedlîsê (AFAD) daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi şev saet di 03.30an de li nêzî gundê Agaçdere ya li ser rêya Bedlîs-Baykanê hezaz çêbû û wiha hat gotin: "Di dema hezazê de otomobîleke ku derbas dibû hindik mabû di bin ax û zinaran de bimîne."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin