PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku wek Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî hat hilbijartin û di Kongreya 14an a PDKê de di gotarek pêşkeş kir.
Mesrûr Barzanî li ser pêşniyarkirina bo cîgirê serok ji aliyê Nêçîrvan Barzanî ve got: “Gelek spasiya birayê xwe yê Birêz Kak Nêçîrvan Barzanî dikim ji bo vê pêşniyarê, ez xwe deyndarê we hemûyan dibînim, her wek Cenabê Serok kerem kiriye, em hemû ji ber PDKê mezin in, em bi hev re dikarin bi ser bikevin.”
Mesrûr Barzanî diyar kir: “Ji bo min şeref û şanazî ye ku endamê partiyekê bim ku Cenabê Barzaniyê Nemir damezrînerê wê û Cenabê Serok Barzanî serokê vê partiyê ye.”
Di dewamê de Mesrûr Barzanî got: “Ez spasiya baweriya we birêz û xoşewîstan dikim, min her dem fermana Cenabê Barzaniyê Nemir ku wiha kerem kiriye 'Mirov divê xizmetkarê gelê xwe be' kiriye serkarê jiyana xwe, em di her erk û postekî de bin, divê em xizmetkarê gelê xwe bin, her post û wezîfeyek li cem min erk û berpirsyarî ye.”
Mesrûr Barzanî da zanîn: “Ez li her cihekî bim, ez xwe weke xizmetkarê cenabê we û gelê xwe dibînim, ez soz didim ku em ligel birayê xwe yê Birêz Kak Nêçîrvan Barzanî di siya Cenabê Serok de di xizmeta we de bin û pabendî hemû prensîpên ku PDK li ser wan hatiye damezrandin bin.”
Mesrûr Barzanî diyar kir: “Ez soz didim Cenabê Serok, her wek çawa we kerem kiriye, 'Eziyetê li kesî nekin û eziyeta ji ti kesî jî qebûl nekin', em vê yekê bikin pêşîneya karê xwe û em li ser wê berdewam bin. Tiştê ji me tê ji bo xizmeta vê partiyê û vî gelî, em li ser wê berdewam bin û texsîr nekin, Xweda alîkarê me be ku em bikarin van salên li pêş me zêdetir di xizmeta cenabê we de bin, em bikarin hem partiya xwe ser bixin, hem jî ezmûna welatê xwe ber bi qonaxeke geştir û pêşketîtir bibin, careke din gelek spasiya we dikim ji bo vê baweriyê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin