Serkirdeyekî Hesda Seibiyê hat kustin

Serkirdeyekî Hesda Seibiyê hat kustin

PeyamaKurd - Terorîstên DAIŞê li parêzgeha Selahedîn ya Iraqê êrişî çekdarên Heşda Şeibî kirin, di encamê de serkideyekî Heşda Şeibî hat kuştin û çar çekdarên din jî birîndar bûn.

Medyaya Iraqê belav kir, derengê şeva bûrî çekdarên DAIŞê li nêzîkî bajarê Samera li parêzgeha Selahedîn êrişî grûpa Seraya Selam ya Heşda Şeibî kirin.

Li gorî zanyariyan, şerekî giran di navbera her du aliyan de derket ku di encamê de serkirdeyekî Seraya Selam bi navê Cemal Îbrahîm Dilêmî hat kuştin û 4 çekdarên din jî birîndar bûn.

Grûpa Seraya Selam di nav Heşda Şeibî de ye, lê di bi fermana serokê bizava Sedir Muqteda Sedir tev digere dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin