PeyamaKurd- Piştî xwepêşandana li payîtex Edinburghê yek rojekî bi şûn de, Sturgeon di civîna partiya xwe de axifî û got; piştî Brîtanya ji Yekîtiya Awrûpayê veqetiya, em ê cara duyê referandûma serxwebûnê bikin.
Wisa xuya dike ku li Îskoçyayê piştî 4 salan car din dengê serxwebûnê bilind dibe. Serokê partiya Netewî ya Îskoç Nicola Sturgeon, di kongreya partiya xwe de axifî û behsa Brexitê kir û piştgiriya referandûma serxwebûnê ya duyem kir. Sturgeon, weha dewam kir:
“ Qet şika min tine ye wê bangên referandûma serxwebûnê zêde bibin. Min berê jî got. Em nabin astengê referandûma serxwebûnê ya duyem. Partiya netewî ya Îskoç, daxwazeka weha qebûl dike. Me bo mayîna di Yekîtiya Awrûpa de dengên xwe da. Em naxwazin li dijî îrada xwe, xwe ji Yekîtiya Awrûpayê derketî bibînin.
Di meşa Îskoçyayiyan de, li dora 100 hezar kes bo “serxwebûna Îskoçya” meşiya. Di kuçe û kolanan de banga “serxwebûnê” kirin û ala Îskoçyayê hilgirtin.
Li îskoçya li dora 5,5 mîlyon kes dijî. Di referandûma 2014an de, di dengdayîna referandûma serxwebûnê de, %55,3 li dijî serxwebûnê deng dabûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin