PeyamaKurd - Şervanên Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) li Baxozê rêxistina terorê DAIŞê dorpêç kirin û ji herêma 2 hezar kes hatin rizgarkirin.
Çavkaniyeke ji HSDê ji Reutersê ra axivî û dîyar kir ku di 24 saetên dawî da ji herêmê bi kêmanî 6 hezar û 500 kes hatin rizagarkirin ku di nava wan da bi sedan terorîstên DAIŞî jî hene.
HSD devera dawîn a di bin kontrola DAIŞê da Baxozê dorpêç kiriye. HSDê demek berê dîayr kiribû ku ji bo rizgarkirina sivîlan operasyon hêdî dimeşe.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku dûh jî li Baxozê bi hezaran DAIŞî tevî malbatên xwe radestî Hêzên Sûriya Demorkatîk (HSD ) bûn e. Di nava kesên xwe radest kirin de welatiyên Îraq, Tirkmenistan û welatên din ên Asyaya Navîn jî hene.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin