Li Idlibê êrîsên hewayî pêkhatin: 14 kustî

Li Idlibê êrîsên hewayî pêkhatin: 14 kustî

PeyamaKurd- Li gor ragihandina çavdêriya hewayî ya muxalifan li Sûriyê, li bajarê Idlibê ji aliyê balafirên Rûsya û Sûriyê de êrîşên hewayî pêkhatin û di encamê de 14 kes mirin û 30 kes birîndar bûn. Êrîş vê sibê pêkhatin.

Êrîş li bajarê Idlibê li navçeya Erîhayê û li bajârê Hemayê jî li navçeya Morikê li gundên bi navê Amkiyye, Hawwaş û Ziyara hatin kirin. Balafirên Rûsan li Hamayê li navçeya Kefer Zîtayê û gundê Tatmînê êrî pêkanî. Li Kefer Zîtayê balafirên Rûsan ambûlansekî kirin hedef û 3 xebatkarên tenduristiyê kuştin.

Di êrîşa bi ser Erîhayê de balafirên rejîmê 11 sîvîlan kuştin û 30 sîvîlan birîndar kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin