PeyamaKurd - Şûraya Nîgehban a Qanûna Bingehîn li Îranê, qanûna FATFê ya wekî qanûna fînansmana terorê û paqijkirina pereyê dereqanûnî tê zanîn li dijî Qanûna Bingehîn dît û diyar kir ku ew ê tesdîq neke.
Ebas Elî Kedxudayê Serokê Şûraya Nîgehban daxuyanî da û diyar kir ku li ser pêşnûmaya qanûna ji bo tevlî Hêza Wezifeyê ya Çalakiya Malî (FATF) bibin li Meclisê hat amadekirin lêkolîn kirin û di encama nirxandinê da biryar hat dayîn ku li dijî Qanûna Bingehîn e.
Kedxuda got, "Şûrayê biryar da ku pêşnûmaya qanûna ji bo pêşîlêbirîna paqijkirina pereyê dereqanûnî li dijî Qanûna Bingehîn e."
Kedxuda destnîşan kir ku mahiyeta pêşnûmaya ku wê li Meclisê were nirxandin mijara darazê ye, dibê di dewsa Meclisê da ji tesdîqa Darazê derbas bibe.
- Xemaney li hember derketibû
Amerîka sûcê fînansmana terorê diavêje ser Îranê, zextan pêk tîne ji ber vê Îran nikare tevlî sîstema fînansê ya navneteweyî bibe, li ser vê jî veberhênanên biyaniyan tên birîn. Hesen Rûhaniyê Serokomarê Îranê ji bo ji van astengan xilas bibin endamtiya FATFê anî rojevê.
Mihafezekar dibêjin heke bibin endamê FATFê agahiyên fînansê yên hesas ew ê têkevin destê dijminan û ew ê nikaribin alîkariyê bidin hêzên şoreşger, ji ber vê jî li dijî endamtiyê derdikevin. Ji ber bertekan li Meclisê dengdayîna li ser pêşnûmayê ya 10 hezîranê bi qasî 2 mehan paşda hatibû avêtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin