PeyamaKurd - Li Swêdê keçikeke çalakvan a bi navê Elin Ersson ji bo penaberekî Efxan yê balafirê hat siwarkirin ku bê dersînorkirin neşînin Efxanistanê, nehişt balafir rabe.
Li gor nûçeya BBCyê xwendekara zanîngehê Elin Ersson polîtîkayên Swedê yên ku penaberan dersînor dikin bi çalakiyeke balkêş va protesto kir.
Penaberekî Efxan (52) yê ku xwe spartiye Swêdê wê bihata dersînorkirin. Çalakvan Ersson (22) dema hîn bû ku wê penaber bişînin welatê wî bilêteke balafîrê ya heman saetê kirî.
Dema Esson balafirê siwar bû rabû li ser piyan û got ewê li cihê xwe rûnenê sedema wê jî eşkere kir.
Erssonê vê çalakiya xwe li ser Facebookê zindî weşand û got heta ew penaber ji balafirê neyê peyakirin ewê çalakiya xwe bidomîne.
Hin rêwiyan û xebatkarên balafirê bertek nîşanî Erssonê dan, lê li ser medyaya civakî gelek kesan piştgirî dan wê û 2 milyon kesî weşana wê ya zindî temaşe kir.
Erssonê got Swêd dibêje Efxanistan welatekî biewlehî ye lê ev ne rast e, lewra heke ev penaber vegere welatê xwe îhtimaleke mezin wê bê kuştin.
Errsonê wiha got: "Ji bo ku ez jiyana wî xilas bikim, çi hewce bike ezê bikim."
Hin rêwiyan dema bertek nîşanî wê dan û xwestin telefona wê hildin ew giriya û got "Jiyana kesekî biqîmet e an dema te?".
Di vê navberê da hin rêwiyan jî piştgirî dan Erssonê.
Piştî 15 deqîqeyan pîlot got heqê wî heye ku ew penaber hilnede balafira xwe, hêzên ewlehiyê penaberê Efxan peyakirin.
Rayedaran got îxtimaleke mezin penaber wê bê dersînorkirin û der barê Erssonê da jî ji ber ku guh nedaye gotinên pîlot wê doz bê vekirin.
Ji sala 2012an vir va 400 hezar penaberan ji bo îlticayê serî li Swedê dan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin