Serok Mesûd Barzanî bi Seroka Ofîsa Hemahengiya Ewropayê re civiya

Serok Mesûd Barzanî bi Seroka Ofîsa Hemahengiya Ewropayê re civiya

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî, îro 20ê Mijdara 2021ê li Selahedîn bi Seroka Ofîsa Hemahengiya Ewropayê ya li Herêma Kurdistanê Marie Paret re civiya.

Di civînê de rewşa siyasî ya Iraqê û qonaxa piştî hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û hevkêşeyên siyasî yên nû yên qada siyaseta Iraqê hatin gotûbêjkirin.

Seroka Ofîsa Hemahengiya Ewropayê ya li Herêma Kurdistanê Marie Paret, hilbijartinên Parlamentoya Iraqê weke nimûneyî wesf kir û li ser vê mijarê Serok Barzanî pêzanînên wî ji bo rola rêxistina Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê hebû di proseya alîkarîkirin û çavdêriya birêveçûna hilbijartinan de.

Herwiha gefa terorê û rewşa Sûriyê mijarên din ên hevdîtinê bûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin