PeyamaKurd – Hat ragihandin ku artêşa Amerîkayê frekansên sîstemên moşekên parastina esmanî yên Rûsî S-400ên li baregeha Hmeymim a Sûriyê bi dest xistine û aliyê Rûsyayê vê yekê red nake.
Tê diyarkirin ku heger Amerîka wan frekansan baş deşîfre bike, S-400ên berevaniya esmanî yên Rûsî dê nikaribin balafirên Amerîkayê tesbît bikin.
Li gorî zanyariyên hatine belavkirin, Amerîkayê bi rêya balafirên keşfê frekansên S-400ên Rûsî yên li baregeha Hmeymimê bi dest xistine û heger ew frekans werin deşîfrekirin jî wê gefên S-400an li ser balafirên Amerîkî li herêmê rabe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin